Mîtînga Amedê: Sibehê roja dawîn a faşîzma AKP-MHP’ê ye!
Di axaftinên de ku li mîtînga Amedê hatin kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat destnîşankirin ku sibehê roja dawîn a faşîzma AKP-MHP’ê ye.
Di axaftinên de ku li mîtînga Amedê hatin kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat destnîşankirin ku sibehê roja dawîn a faşîzma AKP-MHP’ê ye.
Partiya Çepên Kesk, li Qada Îstasyonê ya Amedê careke din mitînga xwe ya dawîn bi beşdariya deh hezaran kes li dar xist û qad ji ber dengê dirûşm û daxwazan olan da. Amed ji dinyayê re daxwazên xwe radigihîne. Bi deh hezaran kesan bi yek dengî dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz dikin.
OZTURK: KURDAN Û ZIMANÊ WAN ÎNKAR DIKIN
Ewilî namzetên Amedê derketin ser dikê û xelkê Amedê silav kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk bi coşeke zêde li ser dikê hat pêşwazîkirin û xîtabî girseyê kir.
Ozturk, destnîşan kir ku bi dehan sal in Kurd û zimanê Kurdan tê înkarkirin û wiha got: “Va ye Kurdên ku tên înkarkirin. Dawiya girseyê xuya nake. Bersiva herî bi bandor hûn didin wan. Amed Kurdistan e, Kurdistan li vir e.”
‘WÊ TECRÎD RABIBE’
Ozturk, anî ziman ku ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve tecrîdekE girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Wê ev tecrîd rabibe. Ev ne tecrîdeke jirêzê ye. Birêz Ocalan rêya aştî, demokrasiyê û azadiyê ye. Çima wan ev tecrîd giran kir; got, em ê Kurdan bêyî îrade bihêlin û tune bikin. Werin li vê qadê binêrin.”
BERTEK NÎŞANÊ NAMZETÊN CHP’Ê DA
Ozturk, bertek nîşanê namzetên CHP’ê ku li bakurê Kurdistanê rayan ji girseya wan dixwazin da û got: “Tenê partiyek me heye, ew jî Partiya Çepên Kesk e. Divê her kes hedê xwe bizane.’’
AŞÎTÎ: BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî jî bal kişand ser giringiya hilbijartinê û wiha got: “Bi rêya îslamiyetê me dixapînin. Qurana pîroz tenê ne ji bo ziman û neteweyekê ye. Ji bo hemû mirovahî û alema îslamê ye. Rêveberên welat nikarin cihêkariyê bixin navbera mirovan. Li Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn di bin navê dîn de zilmê li xelkê dikin. Em bi hêvî ne ku wê di 14’ê Gulanê de ev zilm bi dawî bibe.”
'EM LI DENGAN BIBIN XWEDÎ’
Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku wê şerê wan piştî 14’ê Gulanê dest pê bike û xwest her kes li dengan bibe xwedî.
MAÇÎN: WÊ WISA BIÇIN
Rêveberê Partiya Komunist a Kurdistanê Nûsrettîn Maçîn, anî ziman ku 8 sal in şerekê qirêj û bêexlaq tê kirin û got: “Li Bakur, Rojava û Başurê Kurdistanê û li Parîsê destkeftiyeke Kurdan li kû hebe êrîş dikin û şerê wan dikin. Niha jî aboriya Kurdistanê û Tirkiyeyê talan kirin. Bi milyar dolaran pere li ser şer tê xerckirin. Heta ku Amed azad nebe wê demokrasî jî neyê Tirkiyeyê. Em ê wan wisa bişînin wê serê xwe xwar bikin û biçin.”
BOZYEL: KURDAN KOLETIYÊ QEBÛL NEKIR
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî destnîşan kir ku ew di sedsaliya Peymana Lozanê de ne û wiha got: “Kurdistan bi vê peymanê kirin 4 parçe. Koletiyê li gelê me ferz kirin. Lê belê gelê kurd tu carî serî netewand û ji zilmê re negot erê. Têkoşîna bi rûmet anî heta van rojan. Hê jî zordestî û zilm li ser gelê me tê kirin. Lê êdî vê pergala Lozanê jî roj bi roj dihele û tune dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên me hene. Em gelek nêzî azadiyê ne. Em şer naxwazin, em azadî û aştiyê dixwazin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ev mafekê xwezayî û mirovî ye. Heta Kurd azad nebin wê gelên Tirkiyeyê jî azad nebin.”
Di vê navberê de dengê dirûşmeya “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” ji qadê berz bû.
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ: EM Ê BI SER BIKEVIN
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê nameyek bi deng şand. Demîrtaş, di nameya xwe de got: “Ez hemû kesî vedixwînim ser sindoqan ku wezîfeya xwe pêk bînin. Bawer bikin em ê qezenc bikin. Teqez em ê bi ser bikevin.”
PEYAMA MIZRAKLI
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li cem Demîrtaş girtî ye jî name şand mitîngê. Mizrakli, diyar kir ku ew dixwaze hemû Amedî biçin dengên xwe bidin û got: “Em ê bi hev re azad bibin.”
JI KAMAÇ BO SOYLÛ: 24 SAETÊN TE MAN
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî axivî û wiha got: “Amedê, îro peyama xwe ji dinyayê re ragihand. Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikarin îradeya gelê Kurd bişîkinin. Armanca me serkeftin e. Demeke dirêj e desthilat bi awayekê dijwar bi ser me ve tê. Armanca wan ew e ku îradeya gelê Kurd bişîkinin. Lê belê gelê Kurd serî netewand.”
Kamaç, bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û got: “Li Amedê binêre. Hûn nikarin îradeya gelê Kurd bişikînin. 24 saetên te man. Wê ev gel te bişîne ser sergo.”
AYDENÎZ: ME ÇONG DANANÎ
Aydenîz wiha axivî: “Dema Amed tê gotin, çar parçeyên Kurdistanê tê bîra mirov. Dema mirov dibêje Amed, berxwedan û serhildan tên bîra mirov. Bila her kes li vê qadê binêre û tirsa wan zêde bibe. Desthilat, bi polîtîkayên sedsalî dijminatiya gelê Kurd dike. Lê gelê Kurd û Amedî wê tirsa we zêdetir bikin. Peyamên îro li Amedê tên dayîn divê hemû desthilat bibînin. Ev desthilat bi hemû dijminên Kurdan re li hev kir û tifaq ava kir. Lê gelê Kurd qet li ber dijmin û tifaqên Kurdan serî netewand û çong dananî.
EM Ê QEYÛMÊN WAN LI WAN BIZIVIRÎNIN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje, ‘em ji gelê kurd, sekna wan û hevşaredarên wan aciz in’. Ey Erdogan dengê me bibihîze, te qeyûm şand ser çend hevşaredarên me lê em ê jî bi milyonan bersiva qeyûmên te bidin.
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ
Hevalên me yên girtî ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Ji ber vê em jî dibêjin, em ê qeyûmên te hemûyan li te bizivirînin û wê Selçûk Mizrakli were û li ser wê paldankê rûnê. Ev desthilat li ser dijminatiyê polîtîkayên xwe didomîne. Heke bixwesta ku pirsgirêka Kurd çareser bikira wê tecrîd ewqas dijwar nekira. Îro ji ber şerê qirêj krîzeke mezin diqewime. Krîzên aborî û siyasî hene. Sedema herî mezin a vê yekê, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Çimkî demokrasî û wekheviyê naxwazin. Tecîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Em ji yên li Kurdistanê dengan dixwazin, dipirsin; hûn ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan çi dibêjin û çi dikin? Nêzîkatiya li ser Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê û azadiyê ye. Heta ku Ocalan azad nebe wê ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk azad bibe. Divê birêz Ocalan azad bibe.”
AKIN: EMRÊ WAN TENÊ ROJEK MA
Piştî Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî û wiha got:
Silav, bajarê aştî û biratiyê Amed. Di Amedê re demokrasî û azadî derbas dibin. Komara Demokratîk, di vir re derbas dibe. Gelek hindik ma. Hilbijartina herî giring a Tirkiyeyê wê bê kirin. Rojek ma. Rojek bi şûn ve em wan dişînin. Me çawa Dehaq têk birin, em ê vê rejîma qesrê jî têk bibin û bişînin. Emrê wan tenê maye rojek.
Hûn di demeke pir kin de xwedî li Çepên Kesk derketin. Çimkî koka wê darê, ji dîroka me tê. Hemû kedkar di bin dara me de dicivin. Dara me, bûye tirsa nava dilê Qesrê. Rejîma Qesrê jî qebûl dike ku têk çûye. Ji bo qewirandina wan hindik ma. Em ê sibê wan di sindoqan de têk bibin. Rojekma. Gelek karên me hene. Heke ku em dixwazin roja 15’ê Gulanê govenda azadiyê bigerînin, divê em sibê li ser sindoqan wezîfeya xwe pêk bînin. Wê partiya me aştî û azadiyê bîne parlamentoyê.”
SANCAR: AMED BIRYARA XWE DAYE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar li mitînga Amedê xîtabî sedhezaran kes kir. Sancar bi Kurdî dest bi axaftina xwe û girseyê silav kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Amed bi polîtîkayên şer ên desthilatê dizane û got: “Wê Amed sibê derseke wisa bide we, hûn ê qet ji bîra nekin.”
Sancar wiha axivî: Silav Amed. Em bi te serbilind in. Em evîndarên Amedê ne. Em ê çawa vê evîndariyê bînin ziman.
Amed biryara xwe daye. Amed amade ye. Amed ji zû ve amade ye ku pêşengiya guhertinê bike. Amed wê sibê di sindoqan de vê nîşan bide. Helbet we biryara xwe nîşan daye. Helbet wê îradeya we hevalên me yên girtî hemû azad bibin. Em ê di rojên azad de dest bidin destên hev û govenda azadiyê bigerînin. Em ê stranên azadiyê bibêjin.
ERDOGAN Û ŞIRÎKÊN XWE DIJMINÊN KURDAN E
Çend roj berê Erdogan çi got, ‘Xwişk û birayên min ên Kurd hûn hemû şahidên jidilbûna min in’. Rast e, gelê Kurd bi te dizane. Her tiştek ku te kiriye pê dizane. Şahidên te ne û her tiştê te kiriye yekî jî ji bîra nekiriye. We çi kir? We qeyûm tayînî ser îradeya gelê Kurd kir. We îradeya gelê Kurd desteser kir. Amed desteserkirina îradeya xwe ji bîr nake. Dozên komployê ji bîr nake. Bi hezaran hevalên me girtî ji bîra nake. Amed êriş û zextên li ser ziman û bîra xwe ji bîra nake. Amed şahidê şerê Erdogan û şirîkên wî ye. Amed şahide dijminatiya we ye ku hûn li Kurdan dikin. Erdogan û şirîkên xwe, dijminên kurdan e. Ev tifaq li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin. Amed wê sibê derseke wisa bide we, hûn ê qet ji bîr nekin. Em amade ne Amed? Em ê çi bikin. Em ê sibê biçin ser sindoqan û nîşan bidin ku ka Amed çawa îradeya xwe nîşan dide. Em ê hemû namzetên xwe bişînin Meclisê.
AMED DIZANE WÊ ÇI BIKE
Gelê Kurd dizane ku wê dengên xwe bide kî. Gelê Kurd bi berxwedana Amedê û têkoşîna wê serbilind e. Gelê Kurd dizane ku wê Erdogan û şirîkên wî bişîne kû. Gelê Kurd wê dengên xwe bide azadiyê, gelan û hiqûqê. Wê gelê Kurd azadiyê biparêze. Em bi te serbilind in Amed, em deyndarên te ne Amed. Lewma em çi jî ji bo te bibêjin hindik e Amed.
EM Ê WEKE PEYWÎRDARÊN SINDOQAN BIXEBITIN
Îro ev coşa we wê sibê li Tirkiyeyê bibe rojeke pir cuda, ev coş wê bi vîna wekhevî û azadiyê ya li tevahiya Tirkiyeyê re bibe yek û vî welatî ber bi ronîbûnê ve bibe. Binêrin, sibê 14’ê Gulanê ye, roja din 15’ê Gulanê ye. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, gelê Kurd wê di heman demê de 15’ê Gulanê cejna zimanê xwe hem jî serkeftina hilbijartinê pîroz bike. Ez bejna xwe li ber we ditewînim. Amediyên rêzdar sibê heval, hogir, cîran, xizmên xwe em ê bibin ser sindoqan. Em ê dengê xwe bi kar bînin, ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin em ê weke peywîrdarên sindoqan bixebitin. Em ê vîna xwe nedin dizîn.
Em bi berxwedanê hatin, me bi berxwedanê qezenc kir, niha em ê vê berxwedanê bi avakirinê re bikin yek. Li ser berxwedanê em ê jiyana nû ava bikin. Em ê Komara Demokratîk ava bikin. Em ê aştiya mezin bi hev re hem bînin vî welatî hem jî bînin Rojhilata Navîn. Heke pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe wê aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê hûn ê me, hûn ê Partiya Çepên Kesk bi awayekê herî xurt bişînin Meclisê.
EM DI AVAKIRINÊ DE HÊZA MOTORÊ NE
Em, di avakirina jiyana nû de hêza motorê ne. Em ê bibin aktorên diyarker, em ê Komara Demokratîk ava bikin. Ji ber wê em di bin dara Çepên Kesk de tên ba hev. Her kesê ku li Tirkiyeyê aştî, xwişk û biratî, demokrasi, wekhevî, azadiyê dixwaze mohra xwe li binê darê dide. Kokên wê darê, li ser vê axê ne, belavê hemû Tirkiyeyê bûne, pelên wê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê ne. Ji ber wê yekê em mohra xwe li binê darê didin û bi temsiliyeta herî xurt Çepên Kesk dişînin Meclisê.
DI SERÎ DE EM ERDOGAN DIŞÎNIN
Dema em vê dikin di serî de Erdogan dişînin. Em pergala yek zilamî bi dawî dikin. Em ji bo Tirkiyeyê rê li ber ronahiyê vedikin. Em ê di vê rêyê de bi awayekê xurt bimeşin. Ji ber wê pêdiviya me bi piştevaniya we heye. Ji ber wê divê bi awayekî xurt bikevin Meclisê. Ji bo demokrasi, aştî û azadiyê sîgorte em in. Em sibê diçin ser sindoqan. Bila rêya me vekirî be.
Mitîng bi konsera Golgedekîler bi dawî bû.